21 Sibat 2019•Rojanekirin: 23 Sibat 2019
BEXDA
Hat daxuyandin li Iraqê komeke mezin a ku piştgiriya aboriyê dide DEAŞa rêxistina terorê hat belavkirin.
Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Iraqê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Me koma aboriyê ya herî mezin a piştgirî dida DEAŞa rêxistina terorê ya li Iraqê hilweşand."
Di daxuyaniyê da hat gotin di komê da ji welatên cuda mirov hene û ji bo ku piştgiriya wan a DEAŞê neyê fêmkirin rê û rêbazên cuda û tevlihev bi kar anîne.
Saziya Îstixbarata Neteweyî der barê nijada kesên di komê da ne da agahî neda.