Haydar Şahin
15 Îlon 2018•Rojanekirin: 16 Îlon 2018
BEXDA
Meclisa Iraqê ji bo hilbijartina serokê teze û alîkarên wî kom bû, hin koman meclis terk kir.
Li Meclisê di mijara namzedan da ji ber lihevnekirinê parlementerên Saîruna girêdayî Muqteda Sadr, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tirkmenan rûniştina Meclisê terk kir.
Di hilbijartina Serokê Meclisê da Mihemed Halbûsî û Usame Nûceyfiyê Ereb û Talal Zawbaî, Read Dahlekî û Ehmed Ciburî ketin pêşbaziyê.
Di hilbijartina Serokê Meclisa Iraqê da Mihemed Halbûsiyê namzedê Erebên Sunî herî zêde ray sitand û bû Serokê Meclisê.
Di rûnştina îro ya ji bo bijartina Serokê Meclisê hat kirin da bi dengdayîna veşartî va ji nav 5 namzedan Mihemed Halbûsiyê namzedê Erebên Sunî ji bo Seroktiya Meclisê hat hilbijartin.
Usame Nuceyfiyê Alîkarê Serokomar ê berê, Xalid Ubeydiyê Wezîrê Parastinê yê berê, Read Dahlekî û Talal Zawbaî jî ji bo bibin Serokê Meclisê ketibûn pêşbaziyê.
Di dengdayînê da Halbûsî 169, Ubeydî 89, Nuceyfî 19 û namzedin din jî her yekî rayek sitandin.
Ehmed Cuburiyê ku bibû namzed jî diyar kiribû ku ji namzediyê vekişiyaye û Xalid Ubeydî tevlî pêşbaziyê bibû.
Halbûsiyê ku heyamek berê bibû Serokê Komîteya Darayiyê ya Meclisê hetanî ku bû parlementer Walîtiya Enbarê dikir.