Sevim Hatun,Abdullah Tel,Haydar Şahin
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
TBMM
Serokatiya Xizmetên Lêkolînê a TBMMyê, lêkolîna li ser referanduma ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat kirin wiha got: "Tirkiye tevgera xwe ya eşkere û li hember sekinîna pêvajoya referanduma li Iraqa Bakur hat kirin wekî aktorê herêmî ye. Her çiqas ji hêla bazirganî, siyasî û ewlehiyê ve peywendiyên Tirkiyeyê bi HKIyê re xurt bin jî li hemberî referandumê bi eşkereyî bertek nîşan daye û paşve nesekiniye."
Ji aliyê Serokatiya Xizmetên Lêkolînê ya TBMMyê bi serenavê "Pirsgirêka Referandumê li Iraqa Bakur" li ser referanduma li HKIyê hat kirin, lêkolîn hat kirin.
Di destpêka lêkolînê de hat diyarkirin ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn peywendiya hin kurdên li Iraqa ku wê serdemê ji Dewleta Osmanî qetiya û ket bin baskên Îngilistanê, herwiha him di serdema "Rêveberiya Mandayê ya Îngilîz" him jî serdema Monarşiya Haşimî û Partiya Baasê peywendiya kurdan û rêveberiya navendî bû mijara nîqaşê.
Di lêkolînê da cî dan pêvajoya dîrokî û sazbûna dewleta Iraqê, qanûna bingehîn û lihevnekirina bi HKIyê ra hat nirxandin.
Di lêkolînê da tê gotin ku qrîza budçeyê ya di navbera Bexdayê û Hewlêrê da jî pirsgirêkeke mezin e û wiha hat gotin:
"Bexda difikire ku xercên ji bo polîtîkayên derva û parastinê bên dayîn paşê para HKIyê bê hesabkirin. HKI jî dibêje ku di dema Malîkî da ev qeleman zêde hatine nîşandan û li berevajiyê peymanê (li gor peyamana 2015an dibê ji sedî 17 be) ji sedî 11-13 pere dane wan. Wek mayîn hikûmeta Malîkî di serê sala 2014an da got ku HKI di transfera pêtrolê da berpirsyariya xwe bi cî neaniye û perê budçeyê neda."
Di lêkolînê da cî dan nêrîna li ser referandumê ya aktirên herêmî û kurewî. Li gor vê, "Îsraîlê hesap kir ku dewleteke kurdan a serbixwe ew ê kêrî wan bê û piştgirî da referandumê, DYAyê jî ne wekî nêrîn lê belê ji bo dema ku referandum têda hat kirin dûr sekinî."
Di lêkolînê da hat ragihandin ku Îran jî referandumê teqez red dike û wiha hat gotin: "Rûsya û Çîn li Herêma Kurdistana Iraqê balyozxane vekirine û herêmê ji nêz va dişopînin. Sermayeyên şirketên van welatan li herêma kurdan hene. Di daxwaza serxwebûna wan da xwedî roleke eşkere nînin lê mirov dikare bibêje ku ji bo dema serxwebûnê jî xwedî amadehî ne."
Lêkolînê wiha dewam kir: "Tirkiye di mijara referanduma li bakurê Iraqê da berteka tund nîşan da û li herêmê aktorê herî girîng e. Tirkiye digel ku bi HKIyê ra xwedî têkîliyên siyasî, eskerî û bazirganiyê bû jî li hemberî referandumê bertek nîşan da û di vê mijarê da paşve gav neavêt. Tirkiye Şengala ketibû destê PKKê ji ber çêbûna xeteke di bin kontrola PKKê ya ser sînorê Sûriye-Iraqê ji bo ewlehiya neteweyî wek talûke dibîne. Tirkiye bi saya Hereketa Mertalê Feratê rê li vê girt. Ji bilî vê Tirkiye bi pêvajoya Astanayê ku tevlî Îran û Rûsyayê birêva dibe da dixwaze li Sûriyeyê herêma bêpevçûn ava bike. Tirkiye di mijara Kerkûk û referandumê da qisawetên xwe ji rêveberiya HKIyê û Iraqê ra parve kir û ev yeka jî di platformên navneteweyî da jî anî ziman."