Haydar Şahin
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
ÎSTANBUL
Medyaya Îranê cî da xeberên pesnê helwesta biryardarî ya gelê Tirkiyeyê didin û di xeberan da hat gotin ku gelê Tirkiyeyê li dijî hewlên li ser aboriya Tirkiyeyê yên Amerîkayê helwesteke baş nîşan da.
Di nîveseke "Tabnak"a malpera li Îranê zehf tê xwendin da bal kişandin ser helwesta gel û esnafên Tirkiyeyê yên ku li dijî hewlên li ser aboriya Tirkiyeyê yên Amerîkayê ji bo parastina lireyê Tirkiyeyê helwesteke baş nîşan dan. Di nivîsê da hat gotin ku li gelek bajarên welêt gel kampanyayên hûrkirina dolar meşand û piştgirî da kampanyayan.
Di nivîsa Mistefa Necefî da hat diyarkirin ku gelê Tirkiyeyê li dewlet û hikûmetê xwedî derket li ber mueyîdeyên yekalî yên Amerîkayê ji aboriya welêt nakeve fikaran û rewşeke baş didomîne.
Rojnameya Hemşehriyê jî di xebera xwe da got ku gelê Tirkiyeyê li dijî mueyîdeyên Amerîkayê li cem dewleta xwe cî girt û gel eleqeyeke mezin nîşanî kampanyaya hûrkirina dolar da.
Emîn Bozorgiyanê rojnamevan û civaknas jî di hesabê xwe yê medyaya civakî da pesnê gelê Tirkiyeyê da ku li pereyê xwe yê xwemalî xwedî derket û wiha got, "Tirk di piştevaniyeke neteweyî da ne. Ev piştevanî di nav Tirkên li Fransayê da tê dîtin. Her çiqasî xwedî fikrên cuda bin jî ji bo ji hemwelatiyên xwe ra karekî bibînin alîkariyê didin."
Elî Riza Erdebîlê rojnamevanê ji Îranê jî di medyaya civakî da bal kişand ser piştevaniya Guler Sabanciya Seroka Lijneya Rêveberiya Sabancî Holdîngê dabû modela aboriyê ya teze ya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak pêşîkêş kiribû û got, "Ez jî bi Albayrak û kabiliyeta wî bawer dikim. Hezar kes ew ê beşdarî civîna bi telekonferansê bibûna lêbelê hetanî nika 3 hezar kesî ji bo konferansê xwe qeyd kir."
Sara Mesûmiya xwediya rojnameya Îtimatê ya refirmîst jî di medyaya civakî da pesnê helwesta gelê Tirkiyeyê da û got, "Gelê Tirkiyeyê ji li dijî dolar lireyê Tirkiyeyê biparêze bi saetan li pêşiya buroyên dowîzê ketin rêzê."