HALEP - Kemal Öztürk / Ali Demir
Heleb ji herêmen Sûriyê yek e ku pevçûnên tund lê pêk tên. Li Helebê herêma ku Girtîgeha Navend a Helebê lê ye, ket bin kontrola mûxalîfan. Leşkerên rejîmê jî 4 hezar û 200 mehkûmên ku di girtîgehê de ne êxsîr girtin. Leşkerên rejîmê li dijî mûxalifan ji ber ku dest bi kuştina mehkûmên êxsîr kirin, mûxalifan operasyonên xwe yên li herême sekinandin.
Hin deverên Helebê di bin kontrola mûxalîfan de ne hin dever jî di bin kontrola hêzên rejîmê de ne. Her du alî jî ji bo ku herêmên xwe biparêzin cih bi cih sîper çêkirine.
Lê li Helebê tiştê herî ecêb li girtîgeha bajar û herêmê diqewime. Mûxalifan 3 meh berê operasyonek birin li ser herêma ku Girtîgeha Navend a li Helebê jî tê de ye û xistin bin kontrola xwe. Piştre leşkerên Esed ji wir veqetiyan.
Di dema operasyonê de leşkerên Esed yên ku girtîgehê diparastin li dijî mûxalifan sekinîn û xwe parastin. Piştî demekê cebilxaneya wan qediya. Li ser vê 150-200 mehkûmên di girtîgehê de êxsîr girtin.
Mûxalîf niha dema ku operasyonê dibin li ser girtîgehê, leşkerên Esed mehkûmên ku di destê wan de ne, dikujin. Li ser vê yekê mûxalif jî operasyonan didin sekinandin.
Pirsgirekeke din ya di girtîgehê de jî xwarin e. Leşkerên Esed gotin dema ku alîkariya xwarinê ji wan re neyê kirin, ew ê mehkûman bikujin. Mûxalifên ku xizmên wan di girtîgehê de ne, ji bo ku tiştek bi wan neyê, hindik hindik xwarin dişînin girtîgehê. Hîva Sor a Sûriyê alîkariya nan û avê ji girtîgehê re dibe. Leşkerên Esed jî ji vê alîkariyê sûdewer dibin.
Li gor agahiyan ji ber şert û mercên girtîgehê yên nebaş mehkûm bi nexweşînan dikevin û car caran jî ji ber nexweşînê dimirin.
Mûxalif dibêjin dema ku leşker mehkûman serbest bihêlin, dikarin biçin malên xwe, lê birêvebiriya şamê li dijî vê pêşniyarê ye. Ew jî destnîşan dikin ku ji bo parastina girtîgehê li ser leşkerên wan zilm tê kirin. Pêwistiyên leşkeran ji aliyê birêvebiriya Şamê ve ji balafirê bi siwaneyan ve diavêjin hundurê girtîgehê.
Endamên Tevgera Şamê ya Azad a Îslamî dibêjin em heta mehkûman xelas nekin, em ê ji vê derê veneqetin. Hemû pêwîstiyên wan ji derve tê. Tê gotin ku di girtîgehê de 4 hezar û 200 mehkûm hene. Hejmara leşkeran 150 ye. Lê dibe ku di vê hejmarê de cudatî hebe.
Ebû Mahmûtê ku dorpêçkirinê bi rê ve dibe got: "Du meh û nîv e ku me vê girtîgehê dorpêç kiriye. Di girtîgehê de jin jî di nav de nêzî 4 hezar û 200 mehkûm hene. Ji bo ku em girtîgehê ji destê leşkerên Esed derxin, hin lazimatiyên me hene. Me niha hemû derdora girtîgehê dorpêç kiriye. Em bi tenê ji bo av û hin hewcetiyan destûrê didin.
Li dinyayê rewşeke wiha ecêb gelek hindik tê dîtin. Lewra girtîgeh di nav şer de ye, mehkûm di destên leşkeran de ne, leşker jî di bin dorpêçkirina mûxalîfan de ne.