JOHANNESBÛRG
Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr Jacob Zûma, got ku dê ji bo Mandela di 10ê kanûna pêşîn de li Stadyûma Johannesbûrgê merasima bibîranînê bê lidarxistin. Zûma got ku dê termê serokê efsanewî heta 15ê kanûna pêşîn daynin katafalka avahiya hikûmetê ya li Pretorîayê.
Zûma diyar kir ku dê roja 8ê kanûna pêşîn jî bibe "roja tefekur û diayê ya navneteweyî" û spasiya her kesê ku sersaxî da malbata Mandela kir.
Mandela bi têkoşîna xwe ya bi biryar ya li dijî birêvebiriya nijadperest ya ku wekî "apertheîd" tê binavkirin, mohra xwe li dîrokê xist.
Peyva "apertheîd" ya ku ji zimanên afrîkî tê ji bo birêvebiriya kêmarên spî ya li ser reşikan ya li Dewleta Afrîkaya Başûr e ku di navbera salên 1948, 1990 û 1993yan dihat bikaranîn. Bingeha vê birêvebiriyê li ser nijadperestiyê hatibû avakirin.
Armanca rejîma "apertheîd ew bû ku desthiladariya siyasî û aborî ya kêmarên spî yên ku bi eslê xwe ewropayî ne, biparêze. Peyva "apertheîd" ji ber wateya wê ber bi tu zimanê ve nehat wergerandin lê vê peyvê bi awayekî fermî û eşkere di madeyên qanûnan de cî girt û hat tetbîqkirin.
Piştî ku Partiya Neteweyî di sala 1948an de birêvebirî bi dest xist rejîma "apertheîd" bi awayekî fermî hat îlankirin û gel li gor nijadên wan wekî reşik, spî, asyayî (hindistanî û pakistanî) dabeş kir.
Li gor qanûnên ku rejîmê derxistin, reşik şandin herêmên diyarkirî û mafê dengdayîna wan hat astengkirin. Di heman demê de perwerde û xizmatên tenduristiyê yên ku dihat dayîn jî ji bo reşik û spiyan cuda bû. Li gor spiyan xizmetên nebaş dan reşikan.
Piştî vê dîrokê Dewleta Afrîkaya Başûr çiqas çû dûrî siyaseta dinyayê ma û bi belavbûna tevgerên azadiyê yên li parzemîna Afrîkayê ji hemû welatên dost û mutefîk jî bû.
Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr Frederîk Wîllem Klerk di sala 1990î de da zanîn ku rejîma "apartheîd" bi ser neket û hemû qanûnên ku bingeha wan cudahiya reş û spiyan e ji holê rakir.
Klerk destûr da ku Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ya ku li dijî rejîmê têdikoşiya ji nû ve dest bi xebatên xwe bike û serokê wî Nelson Mandeleyê ku 27 salan di girtîgehê da ma, serbest berda.
Mandela di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xist û bi awayekî aştiyane bû hakimê birêvebiriyê.
Mandela piştî ku hat birêvebiriyê ji bo ku îhlalên mafên mirovan yên ku berê hatin kirin, bên lêkolîn helwesta "Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetan" da destpêkirin.
Serokê efsanewî yê Afrîkayê Nelson Mandela digel Xelata Aştiyê ya Nobelê gelek xelatên neteweyî û navneteweyî sitandibû.
Nelson Mandela bi hinceta ku li Tirkiyeyê mafên mirovahiyê tên binpêkirin Xelata Aştiyê ya Ataturk ya Navneteweyî ku Tirkiyeyê di sala 1992yan de da wî red kiribû.
Yek ji gotinên Mandela yê ku nayê jibîrkirin ev e: "Heke hûn bi yekî re bi zimanê ku fehm dike biaxivin hûn ê xîtabî mêjiyê wî bikin, heke hûn bi zimanê wî yê zikmakî biaxivin hûn ê xîtabî dilê wî bikin."