İbrahim Atmaca
20 Hezîran 2019•Rojanekirin: 21 Hezîran 2019
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê diyar kir, ew li dij e ku li Iraqê dewleteke serbixwe ya Kurdan ava bibe.
Merkel û Wezîrê Karên Derva yê Berê Sigmar Gabriel li bajarê Goslarê yê Saksonyaya Jêr dibistanek ziyaret kir û di ziyaretê da axivî û wiha got: "Ez alîgira yekparetiya axa Iraqê me. Li gor min avakirina dewleteke Kurdan a serbixwe wê ji bo aştiya herêmê xizmetê neke."
Serokwezîr Merkelê destnîşan kir, divê ji bo Kurdên ku li Iraqê dijîn şertên adîl werin pêşkêşkirin.
Almanyayê piştgirî nedabû referanduma serxwebûnê ya ku Herêma Kurdistana Iraqê du sal berê kiribû jî.
Şansolyeya Alman salên çûyî jî ji hevtayên xwe yên Iraqî ra gotibû ku ew li dij e ku li Iraqê dewleteke Kurdan a serbixwe ava bibe.