Elif Irmak
23 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2020
Daîreya 10emîn a Şêwra Dewletê biryara Lijneya Wezîran a bi dîroka 24ê sermaweza 1934an a ku Ayasofyayê ji mizgeftê guherand muzeyê petal kir û piştî vê Ayasofya dewrî Serokatiya Kar û Barên Diyanetê kirin û Biryara Serokomariyê ya der barê ji bo îbadetê vekirinê da di 10ê tîrmehê da jimara dubare ya Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Piştî biryar hat dayîn ku ji nû va îbadetê ra bê vekirin Mizgefta Ayasofyayê ji bo demeke kurt ji ziyaretê ra hat girtin û niha li mizgeftê ji bo merasima ku dê ji ber vekirina îbadetê ra bê lidarxistin amadehiyên dawîn tên kirin.
Serokatiya Kar û Barên Diyanetê mêvanên ku dê hildin Mizgefta Ayasofyayê dawet dike.
Ji ber şewbê li Mizgefta Ayasofyayê û dora wê ji bo jinan 2 ji bo mêran jî 3 bi tevahî 5 cihên vekirî yên cuda wekî cihê nimêjkirinê hatin diyarkirin. Ji bo mêran Meydana Ayasofyayê, Meydana Sultanehmedê û Kolana Yerebatanê; ji bo jinan jî cihê li ba Tirbeya Sultanehmed û Parka Mehmet Akîf hat veqetandin.
Ji bo qadên ku dê lê nimêj bê kirin ji Meydana Beyazitê, Sîrkecî û Çatladikapiyê ji 3 îstiqametan bikarin bên. Piştî ku polêsan li 11 cihên kontrolê yên cuda lêgerîn kirin dê mirov bikarin bikevin qadên nimêjê. Ji bo ku li cihên lêgerînê derbas bûn bilez û hêsan çêbe ji welatiyan hat xwestin ku çenteyên destan û piştan bi xwe ra neynin.
- Daketina qadên dê lê nimêj bê kirin dê ji saet 10.00an pê va dest pê bike.
Şaredariya Fatihê dê di çarçoveya tevdîrên şewbê da îşev ji saet 20.00ê da dest bi îşaretkirina nîzama sefên li cihên ku dê nimêj bê kirin bike û heta sibehê temam bike.
Daketina qadên dê lê nimêj bê kirin dê sibê ji saet 10.00an pê va dest pê bike.
- Weqfiyeya Ayasofyayê ya Fatîh Siltan Mehmed dîroka Mizgefta Ayasofyayê eşkere dike
Weqfiyeya Ayasofyayê ya 65 mêtreyî ya Fatîh Siltan Mehmed gelek agahiyên bi salan berê yên Mizgefta Ayasofyayê ya ku bi biryara Daraza Şêwrê û îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ewê sibê ji îbadetê ra were vekirin derdixe holê.
Weqfiyeya Ayasofyayê ya der barê weqfên Fatîh Siltan Mehmed da bi salan di arşîvên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û Midûriyeta Giştî ya Kadastroyê da bi taybetî hat veşartin. Di weqfiyeyê da qeydên dahat û mesrefên mizgeftên Ayasofya, Fatîh û Zeyrekê, avahiyên şîfaxane, îmretxaneyê hene.
Hakki Şahinê Pisporê Midûriyeta Giştî ya Tapu û Kadastroyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelek dokumanên heyama Osmaniyan ên li arşîvan tên parastin.
Şahîn bal kişand ku ji belgeyên herî girîng yek jî Weqfiyeya Ayasofyayê te û wiha pê da çû: "Fatih Siltan Mehmed di sala 1453yan da dema Stenbol feth kir Ayasofyaya perestgeha herî mezin a wê çaxê vegerande mizgeftê û ji bo vê weqfek ava kir. Ji bo dahat, mesref, temîratên mizgeftê jî weqfiye amade kir. Weqfiyeya Ayasofyayê ya di arşîva me da di sala 1463yan da hatiye nivîsandin. Li Muzaye Berhemên Tirk Îslamê, li Qesra Topkapiyê û li Midûriyeta Giştî ya Qeqfan jî nusxeyên wê hene lêbelê Weqfieyaya Ayasofyayê ya di arşîva Midûriyeta Giştî ya Tapu Kadastroyê da ya herî kevn û orjînal e."
Şahîn der barê taybetiyên Weqfiyeya Ayasofyayê da agahî dan û wiha pê da çû: "Weqfiyeya Ayasofyayê 65 mêtre û 30 santêm dirêj e, berayiya wê jî 38 santêm e. Ji 110 parçeyan pêk tê. Hinek li ser postê xezalan hinek li ser kaxizê hatiye nivîsandin û bi Erebî ye. Dora wê jî bi hevrişimê hatiye pêçan."
Şahîn got ji hêla dirêjayî û formatê va weqfiye bêhempa ye, weqfiye li arşîvê di qutiya taybet da tê veşartin, li wî ciyê cihaza îqlimê heye.
Şahîn got ji ber ku li ser kaxiza rind bi murekeba hîsê hatiye nivîsandin hetanî îro maye, weqfiye bi destê kesekê û destxetê hatiye nivîsandin.
Şahîn destnîşan kir ku weqfiye ji 6 qismên wekî "destpêk, şertên weqfê, nifir, hikmê qazî" pêk tê û wiha pê da çû: "Weqifeya me bi bismîllahê dest pê dikebi "hemdele, salwele û methiyeyê dewam dike. Di "Hemdele"yê da ji ber ku nemeteke wiha daye ji Xwedê ra şikur dikin. Di "Salwele"yê da ji Hezretî Pxember û malbata wî ra selewatê tînin. Di "Methiye"yê da peznê Fatîh Siltan Mehmedê weqf ava kiribû didin. Paşê jî dahat û mesrefên weqfê hatine nivîsandin."