Duygu Yener
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
ANKARA
Unal ragihand ku muraceetên bernamzediyê ji bo Parlamenteriyê li AK Partiyê dest pê kiriye û dê 29ê Nîsanê roja yekşemê bidawî were.
Unal: "Divê herkes xwedî li tiliya xwe derkeve. Em dizanin ku îradeya li pey wê tiliyê ne aîdî xwediyê tiliyê ye."
Berdevkê AK Partiyê Unal: "Kiliçdaroglu, îro rabûye behsa Hezretî Mûsa dike, bo me dibêje Firewn. Firewnd nas nake, Mûsa nizane. Nizane Mûsa kî ye. Ji wî Mûsa dernakeve. Ji wî Firewn jî dernakeve. Lewra Firewn jî şexsiyetek e. Encex Semîrî derdikeve ji wî ku îxanet bi qewmê xwe kir."
Unal: "(Cîgirserokê Koma CHPê Ozel) Yên ku ji Serokomarê me re tiliya xwe dihejînin bila vê baş bizanin ku em ji ber ku berpirsyariya me ya îqtidarê hene heke em ji bo ku Parlemento bixebite, îstiqrar xira nebe, li ber balyozên welatên din ji bo ku zirar negihe ezameta Parlementoyê bêdeng dimînin, bila hin kes vê yekê wekî zeafekî yan jî qelsiyê nebînin. Bêterbiyetiyeke, bêedebiyeke wiha nabe."