Türkan Tosun
26 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
ANKARA
Kordînatorê Giştî yê Komîteya Bîlind a Muzakereyê ya Muxalifên Sûriyeyê Nasir Herîrî got ew di mijara rêveberiyeke bêyî Beşşar Esed a berwext de cidî ne û her civîna ji bo çareseriya şerê Sûriyeyê bê kirin divê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî be.
Herîrî li Riyada paytextê Erebistana Siûdiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê civîna ku mijara wê Sûriye ye û wê di 28ê mijdarê de li Cenevreyê bê lidarxistin de agahî dan.
Herîrî got muxalif diçin vê civînê ku bi rejimê ra rasterast muzakereyan bikin û wiha axivî: "Em girêdayî rêbazên şoreşa Sûriyeyê ne. Di mijara rêveberiyeke bêyî Esed a berwext de em cidî ne. Em dixwazin her civîna ji bo çareseriya şerê Sûriyeyê bê kirin, bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî be."
Ji bo lidarxistina Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ya li Soçiya bajarê Rûsyayê jî Herîrî gor ev ji bo pêvajoya siyasî ne xizmetek e.
Herîrî got civînên wê li Cenevreyê bên lidarxistin divê rasterast, cidî û bi eşkere bên kirin û hemû mijar li ser maseyê bên axaftin.
Herîrî got civîna li Riyadê ji bo yekbûna muxalifan gaveke pir girîng e û wiha axivî: "Êdî tu bahaneyeke rejima Esed ji bo li ser maseya lihevkirinê rûnenê nema."
Ji Komîteya Bîlind a Muzakereyê ya Muxalifên Sûriyeyê 36 endam wê beşdarî civîna Cenevreyê bibin.
Herîrî ji meha sibatê vir va serokatiya heyetên muxalif ên ku beşdarî civînên Sûriyeyê yên li Cenevreyê dibin, dike.