Haydar Şahin
19 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
CENEVRE
Serokê Misyona Lêkolîna Serbixwe ya Myanmarê ya Navneteweyî Marzukî Darusman diyar kir ku hikûmeta Myanmarê ji bo ku kesên ji ber êrîşên artêşê û bûdîstên neteweperest ji Arakanê direvin ji Bangladeşê venegerin, mayînan li sînorê welêt bi cî dike.
Serokê Misyonê Darusman di rûniştina 36an a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da xîtabî welatên endam kir û got ku "mislimanên ji Arakanê rastî hovîtiyeke mezin hatin" û "bi propagandayeke li dijî mirovahiyê hatin çewisandin".
Darusman di axaftina xwe da bal kişand ku meqamên Myanmarê ku bi operasyona di 25ê tebaxê da li Arakanê dan destpêkirin xwestin ku li Arakanê "qetlîamên komî bikin, hêzê bi kar bînin û gundan tune bikin."
Serokê Misyona girêdayî NYyê Darusman got li gor agahiyên ku bi dest xistin hikûmeta Myanmarê ji bo ku kesên ji ber êrîşên artêşê û neteweperestên budîst ji Arakanê direvin ji Bangladeşê paşda nezvirin mayînan di sînorê welêt da bi cî dike. Ji ber van mayînan mislimanên ji Arakanê dimrin an jî seqet dimînin.
Darusman diyar kir ku bi hikûmeta Myanmarê ra di nav têkiliyê da ne, ji hikûmetê xwestin ku bira wezîfedarên NYyê bêyî şert û merc xwe bigihînin welêt.