11 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
HEWLÊR
Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistana Iraqê eşkere kir ku di cotmehê de rojane 595 hezar û bi tamamî jî 18 milyon û 462 hezar warêl neft ji ser xeta boriyê ya Kerkûk-Yumurtalikê re ji Lîmana Ceyhanê re hat sewqkirin.
Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya wezaretê de der heqê miqdara nefta ku di cotmehê de ji ser xeta boriyê ya Kerkûk-Yumurtalikê hat sewqkirin de agahî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di cotmehê de ji nefta HKIyê rojane 439 hezar û 83 û bi tevahî 13 milyon û 611 hezar û 252; ji nefta Kerkûkê jî rojane 156 hezar û 455, bi tevahî 4 milyon û 850 hezar û 105 warêl neft îxracî Tirkiyeyê kirin. Herwisa di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji ber bûyerên mîna sabotaj û diziyê sewqiyat 3 caran rawestiya û vê jî bandoreke mezin li ser reqamên navborî kir.
Ji xeynî vê di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo dayîna miaşê karmendan û ji bo ku para xwe ya ji budçeyê werbigire, hikûmeta HKIyê dê bêyî Bexdayê firotina neftê bidomîne.