Muhammet Kurşun
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
ANTALYA
Nifûsa dinyayê (7,4 milyar) ji sedî 36,3ê wê ji kesên li Hindistan û Çînê dijîn pêk tên.
Li gor daneyên peyamnêrê AAyê ji Banka Cîhanê berhev kirin, nifûsa Dinyayê ya ku sala 1960î de nêzîkî 3 milyar kesî bû, di 1970î de bû 3,7 milyar, 1980î de 4,4 milyar, 1990î de 5,3 milyar, 2000î de 6,1 milyar, 2010an de 6,9 milyar û 2016an de jî gihîşt 7,4 milyar kesî.
Tê texmînkirin ku nifûsa dinyayê dawiya vê salê 7,6 milyar kesî derbas bike, 2050î de jî bigihê 9 milyar kesî.
Li gor daneyan, di nav 216 welatan de, dewleta herî qerebalix Komara Xelkê Çîn e ku 1 milyar û 378 milyon û 665 kes lê dijîn. Çîn ji sedî 18,5ê nifûsa Dinyayê di xwe de dihewîne. Çîn ji aliyê nifûsê ve beranberî 17 caran Tirkiye û 4 caran Emrîkayê tê.
Welatê duyemîn ê di Dinyayê de xwedî nifûsa herî qerebalix e Hindistan e ku 1 milyar û 324 milyon û 171 hezar însanî di xwe de dihewîne. Hindistan bi vê rêjeyê xwedî ji sedî 17,8ê nifûsa Dinyayê ye.
Emrîka jî bi 323 milyon û 127 hezarî di rêza sêyem de ye û ji sedî 4,3ê nifûsa Dinyayê li xwe digire. Piştî Emrîkayê bi 261 milyon û 115 hezarî Endonezya û 207 milyon û 652 hezarî Brezîlya taqîb dikin.
Nifûsa Çîn, Hindistan, Emrîka, Endonezya û Brezîlyayê ji sedî 47ê nifûsa Dinyayê ye.
Piştî van Pakistan bi 193 milyon û 203 hezarî 6em, Nîjerya bi 185 milyon 3u 989 hezarî 7em, Bangladeş bi 162 milyon û 951 hezarî 8em, Rûsya bi 144 milyon û 341 hezarî 9em û Meksîka jî bi 127 milyon û 540 hezarî 10em e.
Piştî van bi dorê Japonya 126 milyon û 994 hezar, Filîpîn 103 milyon û 320 hezar, Etiyopya 102 milyon û 403 hezar, Misir 95 milyon û 688 hezar, Vîetnam 92 milyon û 701 hezar, Almanya 82 milyon û 667 hezar û Îran 80 milyon û 277 hezar e.
- Nifûsa Tirkiyê
Tirkiye bi 79 milyon û 512 hezar kesî li Dinyayê di rêza 18an de ye. Para Tirkiyê di nifûsa Dinyayê de jî ji sedî 1,6 e.
Tê texmînkirin ku nifûsa Tirkiyê dawiya vê salê ji 80 milyonî derbas bike, 2034an jî ji 90 milyonî derbas bibe.
Li gor daneyên Banka Cîhanê 2016an 30 welatên ku xwedî nifûsa herî qerebalix in di Dinyayê de wiha ne:
| WELAT | NIFÛSA TEVAHÎ (HEZAR KES) |
| Çîn | 1.378.665 |
| Hindistan | 1.324.171 |
| Emrîka | 323.127 |
| Endonezya | 261.115 |
| Brezîlya | 207.652 |
| Pakistan | 193.203 |
| Nîjerya | 185.989 |
| Bangladeş | 162.951 |
| Rûsya | 144.342 |
| Meksîka | 127.540 |
| Japonya | 126.994 |
| Filîpîn | 103.320 |
| Etiyopya | 102.403 |
| Misir | 95.688 |
| Vîetnam | 92.701 |
| Almanya | 82.667 |
| Îran | 80.277 |
| Tirkiye | 79.512 |
| Kongo | 78.736 |
| Tayland | 68.863 |
| Fransa | 66.896 |
| Qraltiya Yekbûyî | 65.637 |
| Îtalya | 60.600 |
| Efrîqaya Başûr | 55.908 |
| Tanzanya | 55.572 |
| Myanmar | 52.885 |
| Komara Koreyê | 51.245 |
| Kolombiya | 48.653 |
| Kenya | 48.461 |
| Spanya | 46.443 |
| NIFÛSA DINYAYÊ GIŞTÎ | 7.442.135 |