İbrahim Atmaca
08 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2020
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryareke ku meriv ji pandemiya Kovîd-19ê ders hilde û balê bikşîne ser şewbeke ku di paşerojê da derketina wê muhtemel e, qebûl kir.
Li gor biryarê 27ê Berfanbarê jî weke "Roja Amadehiya Şewbê ya Navneteweyî" hat îlankirin.
Nêzî salekê ye ku pandemî derketiye. Li gor Worldometersa malpera înternetê ku daneyên ser Kovîd-19ê berhev dike, ji ber şewba ku ji bajarê Wuhanê yê ser Hubeya eyaleta Çînê derket û li dinyayê bela bû, heta niha ji 67 milyonî zêdetir kes pê ketin û ji milyonek û 500 hezarî zêdetir kes jî ji ber vîrusê mirin.