Ahmet Aydın
01 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2020
Neteweyên Yekbûyî peymana sînorên deryayî ya ku di navbera Tirkiye û Libyayê de hat girêdan, pesend kir.
Li gorî belgeya tescîlê ya ku ji aliyê NYê ve hat weşandin, Sekreterê Giştiyê NYê Antonio Guterres, peymana navneteweyî ya ku di navbera Tirkiye û Libyayê de hat girêdan, 30ê îlonê li gorî madeya 102yemîn a Şerta NYê pesend kir.
Tirkiye û Hikûmeta Libyayê 27ê mijdarê bi "Muxtireya Mitabeqeta Hevkariya Ewlekarî û Eskerî"yê bi mebesta parastina mafên hiqûqî yên navneteweyî yê herdu welatan, "Muxtireya Mitabeqetê ya derbarê Sînordarkirina Qadên Desthilata Deryayî" îmza kiribûn û ji bo tescîlkirinê şandibûn NYê.