HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo hişmendiya polîtîk a li Iraqê biguhere encamên hilbijartinê û avakirina hikûmeta nû firsenda dawîn e.
Lijneya ku ji balyozên Bexdayê yên dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) pêk tê, di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li Hewlêrê, piştî hevdîtina bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî re hatin bal hev.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî a Serokatiya Kurdistanê de hat weşandin, dê Barzanî der barê pirsgirêkên ku di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Kurdistanê de derdikevin bi berfirehî agahî bide lijneyê.
- "Encamên hilbijartinê û avakirina hikûmeta nû firsenda dawîn e"
Nêçîrvan Barzanî behsa pêvajoya demokrasiyê ya li Iraqê kir û bal kişand ser hilbijartinên giştî yên ku di 30yê nîsanê de hatin kirin û wiha got: "Li Iraqê êdî di hilbijartinan de çanda demokrasiyê pêş dikeve û welatî vî mafê xwe bi kar tînin û tevlî rêvebiriyê dibin. Ji bilî vê gelê Kurdistanê eleqeyeke mezin nîşanî vê pêvajoyê da û girîngiya ku dide rayavêtinê, nîşan da."
Barzanî destnîşan kir ku encamên ku ji sindoqan derkevin dê qedera welêt diyar bike û wiha got: "Ji bo hişmendiya polîtîk a li Iraqê biguhere encamên hilbijartinê û avakirina hikûmeta nû firsenda dawîn e."
- "Divê pergala Iraqa Federal were parastin"
Barzanî bal kişand ser pirsgirên ku bi Bexdayê re dijîn û destnîşan kir ku hêvî nedikirin ku hikûmeta Serokwezîr Nûrî el-Malikî butçeya herêmê û miaşên karmendan bibirin. Barzanî diyar kir ku ji bo pirsgirêkên wiha dernekevin divê hikûmeteke berfireh ku hemû aliyên siyasî tevlî dibin were avakirin û wiha got: "Divê pergala Iraqa Federal were parastin."
Barzanî destnîşan kir ku herêma Kurdistanê polîtîkayên xwe yên neftê li gor destûra bingehîn û berjewendiyên gelê Iraqê dimeşînê û wiha got: "Em ê siyaseta xwe ya neftê bidomînin û berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Em bi biryar in û paş de gav navêjin."
Li ser navê lijneyê Nûnerê Taybet ê Iraqê yê YEyê Yanna Haybeskova axivî û wiha got: "Her çiqas di rayavêtinê de hin pirsgirêkên teknîkî derketibin jî gelê Iraqê di mijara demokrasiyê de xwediyê xwestekê ye. Lewre hilbijartin bêyî midaxeleyê hatin kirin."
Haybeskovayê destnîşan kir ku dê di meha hezîranê de civîna Meclisa Wezîrên Karên Derve yên Dewletên YEyê pêk were û dê di vê civînê de pêşeroja Iraqê û têkiliyên bi Iraqê re bi berfirehî were axaftin. Haybeskovayê diyar kir ku dê agahî û fikrên xwe yên di vê serdanê de wek rapor pêşkêşî 28 dewletên YEyê bikin.