İbrahim Atmaca
20 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
ERBÎL
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir, gaveke girîng e ku li Kerkûka bajarê Iraqê îxracata neftê cardin dest pê kir.
Barzanî li Hewlêrê beşdarî merasima şirketeke xazê bû û li wê derê axivî.
Barzanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin hikûmeta nû ya Iraqê û wiha dewam kir, "Hêvîdar im hikûmeta nû wê pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê çareser bike da ku em ji bo paşerojê gavên çêtir bavêjin. Ji bo ku maf di çarçoveya destûra bingehîn da garantî bibin, em ê hewildanên diyalogê bidomînin."
Barzanî bangî şirketên ku di qada vejenê da dixebitin kir ku li herêmê veberhênanê bikin û got ku bi taybetî ew ê alîkariyê bidin şirketên ku seba neft û xaza siruştî veberhênanê bikin.
Di çarçoveya merhaleya duyemîn ya tengavkirinê ku Amerîkayê ji 5ê mijdarê pê va kir dewrê da tê plankirin ku Îran rojê milyonek warîl neft tenê îxrac bike.
Tê gotin ku rêvebiriya Washingtonê nefta Kerkûkê wek alternatîf dibîne ku kêmasiya nefta xam a piyaseyê temam bike.
Berdevkê Wezareta Neftê ya Iraqê Asim Cîhad roja înê wiha gotibû, "Îxraca neftê dest pê kir û rojê navbera 50 û 100 hezar warîl neft ji Kerkûkê îxracî Lîmana Ceyhanê dibe."