Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên dîplomatîk bi dest xist, Nûceyfî dê di navbera her du hikûmetan de ji bo çareserkirina pirsgirêka neft û budçeyê nabeynkariyê bike.
Parlementerê Parlementoya Iraqê Cemal Geylanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê serdana Nûceyfî de wiha got:
"Ji bo ku pirsgirêka neft û budçeyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye bê çareserkirin divê her du alî cardin bên bal hev. Nûceyfî ji bo ku rêvebiriya Hewlêrê razî bike dê bixebite. Herwiha ji ber ku 57 parlamenterên kurd ên di Parlementoya Neteweyî ya Iraqê de cih digrin beşdarî rûniştina budçeya 2014an a Iraqê nebûn û budçe nehat qebûlkirin. Nûceyfî dê ji bo ku parlementerên kurd beşdarî rûniştinê bibin Barzanî re têkeve nav têkiliyê."
Geylanî destnîşan kir ku dê Nûceyfî der barê şerê di navbera hêzên artêşê û hin eşîran de li bajarê Ramadî û Fellûceyê diqewime jî agahiyan bide Barzanî.