Ahmet Aydın
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2020
Nûnerê Taybet ê DYAyê bo Karûbarê Sûriyeyê James Jeffrey dê 9-13ê vê mehê bi mesta gotûbêja li ser pêşhatên li Sûriye û Iraqê serdana Tirkiye û Erebistana Siûdî bike.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karê Derve ya DYAyê, Nûnerê Taybet Jeffrey 9ê vê mehê dê serdana Tirkiyeyê bike.
Hat ragihandin ku Jeffrey dê li Tirkiyeyê bi rayedarên ast bilind û di heman demê de bi hinek navên mixalefeta Sûriyeyê re bicive.
Hat destnîşankirin jî ku dê Jeffrey bi taybet pêvajoyên derbarê cîbicîkirina biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254ê bîne rojevê.
Herwiha hat gotin ku piştre dê Jeffrey derbasî Riyada paytexta Erebistana Siûdî bibe û li wêderê jî bi mesta gotûbêja li ser pêşhatên li Sûriye û Iraqê digel rayedarên ast bilind ên wî welatî bicive.