WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama cejna mislimanên li DYAyê û dinyayê pîroz û bimbarek kir.
Obama bi mebesta cejna remezanê peyama pîrozbahiyê weşand û wiha got: "Ez eydiya mislimanên li DYAyê û dinyayê pîroz û bimarek dikim. Ez û xanima xwe Mîchelle silavên xwe yên ji dil ji malbatan re dijînin."
Obama destnîşan kir ku meha remezanê meha alîkariyê ye û meha xwenûkirina manewî ye û wiha got: "Eydiya remezanê hemû mirovahiyê tîne cem hev û ji pevçûn, xizanî û nexweşiyan dûr dixe."
Obama di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got ku ez li ser navê rêvebiriya DYAyê eydiya mislimanên li DYAyê û dinyayê pîroz û bimbarek dikim.