LOME
Li bakurê Togoyê otobusa rêwiyan û kamyonek li hev qelibîn, di qezayê de 47 kes mirin û 15 kes jî giran birîndar bûn. Wezareta Gihandin û Wezareta Parastinê daxuyaniyeke hevpar belav kirin û diyar kirin ku qeza li nêzî gundê Taloyê ku 185 kîlometre ji paytext Lomeyê dûr e, qewimî. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewşa 15 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn jî pir giran e.
Di nav kesên ku di qezayê de mirin û birîndar bûn de 15 jê welatiyên Bûrkîna Basoyê û yek jî jê welatiyê Nîjeryayê bû.
Li Togoyê nêzî 6 milyon meriv dijîn û di qezayên ku li welêt ji ber rêyên xirabe û leza zêde diqewimin de, di nav sê mehên ewil yên salê de 162 kes mirin.
Rojnamegerê serbixwe George Kokoû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di nav polêsên trafikê de bertil û gendelî pir zêde ye û wiha dewam kir: "Wesaîtên ku nayên temîrkirin û pir zêde rêwiyan siwar dikin bertilê didin polêsan û wisa derdikevin rê. Ev yek jî dibe sedema qezayan."