İbrahim Atmaca
04 Sibat 2019•Rojanekirin: 04 Sibat 2019
ÎSLAMABAD
Pakistana ku nêzî 5 milyon kerên wê hene û di populasyona keran da li dinyayê di rêza sêyem da ye, wê keran bifroşe Çînê.
Li gor nûçeyên medyaya Pakistanê, herdu welat ji bo bazirganiya keran li hev kir.
Bi taybetî li eyaleta Hayber Pahtunhvayê Departmana Heywandariyê wê seba îxracatê çewlikên xwedîkirinê were avakirin û di nav sê salan da 800 hezar ker wê werin firotin.
Li eyaletê destûrê were dayîn ku karsazên biyanî jî tesîsan vekin.
Departmana Heywandariyê daxuyanî da ku di serî da kerên nexweş, jar û şeht wê werin firotin.
Li gor daxuyaniyê karsazên biyanî wê bihayê 3 milyar dolarî çewlikên xwedîkirinê ava bikin û li eyaletê 70 hezar malbatên xwediyên keran seba debara xwe mihtacî keran in, bi qasî ku koka keran neqele wê li gor vê peymanê bazirganiyê bikin.
Pakistana bi nêzî 5,3 milyon kerên xwe va di populasyona keran da li dinyayê di rêza sêyem da ye, Çîn jî bi 11 milyon kerên xwe va di populasyona keran da di rêza yekem da ye. Li ser rûyê dinyayê ji 40 milyonî zêdetir ker hene û nîvê van keran li Çîn, Etiyopya, Pakistan û Meksîkayê ne.
Li Çînê ker di çêkirina dermanan û jelatînê da tê bikaranîn. Bi taybetî postê keran û pirça wan di çêkirina dermanên ku xûnê çê dikin û xurtkirina pergala bedenê ya li dijî nexweşiyan da tên bikaranîn.