Abdullah Tel
05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2018
ÎSLAMABAD
Wezareta Karên Navxweyî ya Pakistanê serlêdana qeyda fermî ya 17 Saziyên Civakî yên Sivîl (SCS) ên Navneteweyî betal kir û biryar da ku bila heta 60 rojan ew tevlî xebatkarên xwe ji welêt herin.
Par li Pakistanê kar û xebatên 20 SCSyan hatibû betalkirin û 17 saziyan ji bo temyîz û qeyda nû serî lê dabûn lê bi biryara ku îro hat dayîn va daxwaza wan hat redkirin.
Ji 17 SCSyên serlêdana wan hat redkirin hat xwestin ku bila heta 60 rojan tevlî xebatkarên xwe ji welêt derkevin.
Li Pakistanê niha serlêdana 66 SCSyên navneteweyî hatiye qebûlkirin û encama serlêdana 213 SCSyan jî hê nehatine diyarkirin.