Mustafa Melih Ahıshalı
13 Adar 2022•Rojanekirin: 14 Adar 2022
Êrîşa fuzeyê yên dijî bajarê Hewlêrê yê Iraqê, Pasdarên Şoreşa Îranê hilda ser xwe.
Li gorî nûçeya têlevîzyona dewleta Îranê, Artêşa Pasdarên Şoreşê der heqê êrîşa fuzeyê ya ku bi şev li dijî Hewlêrê hat kirin da daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê da êrîşên ku Îsraîl van dawiyan li herêmê dike hat balkişandin û hat diyarkirin ku navendeke Îsraîlê duh bi şev bi fuzeyên Pasdarên Şoreşê hat lêdan.
Dezgeha Antî-Terorê ya HKIyê ragihandibû ku duh bi şev di saet 01.00ê da ji dervayî Iraqê li dijî Hewlêrê bi 12 fuzeyên balîstîk êrîş hat kirin.
Ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê 7ê Adarê ragihandibû, bi dema herêmî di saet 05.00an da ber bi hêla başûrê paytextê Libnanê Beyrûtê va ji hêla Îsraîlê va li dijî hin ciyên hêzên rejimê yên li dewrûbera Şamê êrîşa asîmanî hat kirin û di encamê da 2 kes hatin kuştin.
Çapemeniya Îranê jî 2 roj şûnda ragihandibû, di êrîşa Îsraîlê ya Şamê da ji fermandarên Pasdarên Şoreşa Îranê Albay Murtaza Seîdnecad û Albay Îhsan Kerbelayîpûr hatin kuştin.