Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê berî ziyareta Çînê, civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê rojevê de nirxandin kirin.
Serokomar Erdogan wiha got: "Li bajarên me, li navendê navçeyên bajarê me, li gund û bajerokan, li ku derê dibe bila bibe her santîmetreyê vê welatê dewlet heye. Dewlet dê hemû îmkanên xwe seferber bike û hebûna xwe nîşan bide. Pêvajoyê niha dest pê kir, ev pêvajo dê firsendê nede rehawetê û bi rêkûpêk berdewam bike. Li vî welatî mimkun nîne ku em bi kesên ku êrîşî yekîtiya me ya neteweyî û biratiya me dikin re pêvajoya çareseriyê bidomînin. Ya ku lazim dike çî ye? Yekîtiya neteweyî û biratî ye."
-Em nikarin bi kesên ku êrîşî yekîtiya me ya neteweyî dikin re pêvajoyê bidomînin
Serokomar Erdogan got em nikarin bi kesên ku êrîşî yekîtiya me ya neteweyî dikin re pêvajoyê bidomînin û wiha axivî: "Kesên ku rêxistinên terorê piştgirên xwe nîşan didin û dibêjin 'me pişta xwe daye wan' dibê hesabê van gotinên xwe bidin, lê belê ez girtina partiyekê tu carî rast nabînim.
Dewleta Komara Tirk xwedî hêz e ku hesabê xwîna şehidan ji terorîstan, qaşo siyasetmedarê ku piştgiriyê dide wan, qaşo rewşenbiran, qaşo nunerên saziyên civakî yên sîvîl ji her kesî bipirse. Di vir de gavên paş ve wê neyên avêtin. Li vî welatî mimkun nîne ku em bi kesên ku êrîşî yekîtiya me ya neteweyî û biratiya me dikin re pêvajoya çareseriyê bidomînin. Ya ku lazim dike çî ye? Yekîtiya neteweyî û biratî ye."
-Dibe ku peywir bikeve ser milên NATOyê
Serokomar Erdogan bi bîr xist ku îro civîna NATOyê heye û wiha axivî:
"Îro civîna muhtevî ya derasayî ya NATOyê heye. Em bawer in ku NATO, li vir dê bibêje ku çi dikeve ser milên me em amadene ku bi cih bînin."
Erdogan diyar kir ku NATO alîkariyê dide welatên endamên xwe yên ku êrîşê wê tê kirin û wiha pê ve çû: "NATO dema ku êrîşê welatekê endamê wê be bêkirin, bi her awayî alîkariyê dide welatê endamê xwe. Tirkiyeya ku rastê êrîşê hat niha li vir ji bo mafên xwe biparêzê, tewdîrên xweparastinê hildide û ji bo vê jî serî li NATOyê dide û ew ê heta dawiyê jî ji bo xweparastinê vê mafê xwe yê xwezayî bikarbîne. Di hiqûqa navneteweyî de, çi mafên me hebin em bikartînin û em ê heta dawiyê jî bi kar bînin. Em li vir dibêjin dibe ku peyvir bikeve ser milên NATOyê jî û ji bo vê em ji NATOyê teleb dikin ku tewdîran hilde û amade be."
Serokomar Erdogan wiha got: "Der barê fuzeyên balîstîk de di serî de bihayê herî baş Komara Gel a Çînê dabû me. Paşê hin rûdan qevimîn, ji ber vê jî hin tişt derengî ketin. Em ê di vê ziyaretê de careke din li ser van tiştan bisekinin. Em ê erênî li teklîfa ku dê vê pêşniyarê baştir bike binêrin."