KAHRAMANMARAŞ - Îsmaîl Hakki Demîr
Li ser daxwaza NATOyê li Leşkergeha Gaziyê ya li qontara Çiyayê Ahîrê pergala parastina hewayî patrîot hat avakirin. Sîstem ev 6 meh in dixebite. Li yekîneyê piraniya wan elman, leşkerên Hollanda û Danîmarkayê dixebitin. Radarên ku li cihên bilind yên leşkergehê hatine bicîkirin, 24 saetan qada hewayî ya Suriyê dişopînin.
Fermandarê Elman Mîralay Brend Stockmann peywira xwe çend roj berê ji Mîralay Marcus Ellermann wergirt. Stockmann diyar kir ku pergal bê pirsgirêk dixebite.
Stockmann diyar kir ku bi pergala radarê hereketên li qada hewayê ya Suriyê teqîb dikin. Stockmann wiha axivî: "Pergala parastina hewayî patrîot ev 6 meh in bi awayekî çalak dixebite. Heya niha me 300 fûzeyên ku ji Suriyê hatin avêtin, tesbît kirin. Leşkerên me 7 roj û 24 saetan bê navber li ser monîtoran, bizavdariyên hewayî teqîb dikin. Me ji bo îhtimala avêtina fûzeyeke balistîk hemû bergiriyên xwe girtin."