Önder Beyter
27 Hezîran 2019•Rojanekirin: 27 Hezîran 2019
Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir, koma ku li pişt hewildana dawîn a derbeyê ya li welatî ye, hat girtin.
Maduro li paytext Caracasê di çalakiyeke li qesra serokatiya dewletê Mirafloresê da axivî û der heqê hewildana derbeyê ku ji bo 23-24ê hezîranê plana wê hatibû kirin û hêzên ewlekariyê asteng kir da daxuyanî da.

Maduro di axaftina xwe da bal kişand ku derbekar bi destê Amerîka û Kolombiyayê tên fînansekirin û wiha got, "Me koma terorîst ku hewil da li dijî gel û demokrasiya Venezuelayê derbeyê bike derxist holê û destgîr kir. Di encama teqîbateke 14 mehan, ev sûcdar hatin girtin û tewqûfkirin."
Maduro diyar kir ku di nava derbekaran da Îsraîlî jî hene û herwiha ligel planên kuştina şexsê wî, bombebarankirin û jinavbirina binesaziya têlefon û înternetê ya li welêt jî di nava armancên derbekaran da hebûn.
Maduro, koma derbekar wekî komeke faşît bi nav kir û wiha got, "Qatilên ku dixwazin xwîn birêjînin û wisa werin ser îqtidarê. Ma polîtîka ev e? Ez ji wan ra nabêjim mixalif, ji ber ku mirov ji kesên ku dixwazin kuştinê bikin û derdorê bombebaran bikin ra dibêje qatil, faşîst û terorîst."