04 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
HATAY
Berpirsê Bayirbûcakê û Endamê Lijneya Şêwrê ya Meclisa Tirkmenên Sûriyeyê Omer Ceren der heqê hemleyên asîmanî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê de wiha got, "Rûsyayê di wextê xwe da piştgirî da Esed û ew ji kap xelas kir."
Ceren di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de bal kişand ser heyama ku Rûsya piştgiriyê dide Esed û wiha got, "Rûs bi hinceta rêxistina terorê DAEŞê êrîşan pêk tînin, lêbelê li dijî DAEŞê operasyonan nakin."
Ceren destnîşan kir ku li Sûriyeyê di rojên dawîn de li dijî rejimê hin geşedan rû didin û wiha xeberda, "Muxalifan hema hema rêya Humus-Şamê qontrol dikir. Dorpêça li başûrê Gûtaya Bakur li ber şikestinê bû. Herwekî vî li gelek noqteyan rejim zeîf bibû. Rûsyayê di wextê xwe da piştgirî da Esed û ew ji kap xelas kir."
Ceren, nêrîna ku hemleyên asîmanî yên Rûsyayê li dijî DAEŞê ne wekî "derew" bi nav kir û got ku êrîş bi xwe vê rewşê piştrast dikin.
- Li Bayirbucakê DAEŞ tuneye
Ceren îdia kir ku Rûsyayê li Sûriyeyê tu cihekî DAEŞê bombardûman nekir û wiha axivî:
"Êrîşê gundewarên Îdlib, Heleb û Lazqiyeyê kirin, li van deran jî DAEŞ tuneye. Di van êrîşan de di nava 3 rojan de 200 sivîl mirin. Bi taybetî jî nexweşxane û gundên sivîlan dikin hedefa xwe. Li herêma Bayirbucaka tirkmenan koma DAEŞê hebû, lêbelê komên tirkmenan êrîş birin ser wan û biqasî 2 sal berê ew ji herêmê derxistibûn. Ango yên DAEŞ ji gundewarên Lazqiyeyê derxistin, aniha bi destê Rûsyaya ku qaşo ji bo armanca bombardûmana DAEŞê hat herêmê, tên bombebarankirin. Rûsya tenê ji bo piştgiriya Esed hat."
Ceren diyar kir piştî ku alîkariya Rûsan hat û şûnde êrîşên li dijî Bayirbucakê ji sedî 300 zêde bûn û wiha îdia kir, "Ev êrîş li dijî gundên sivîlan e. Heger êrîş bidomin, îhtimal heye ku koçeke mezin a tirkmenan biqewime. Em ji ber vê bi fikar in."