18 Sibat 2016•Rojanekirin: 19 Sibat 2016
HEWLÊR
Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, ji ber ku di nav sînorên bajarê Şanliûrfayê da êrîş li xeta boriya Kerkûk û Yûmûrtalikê hat kirin, ji duh êvarê û pê va neft sewqî Tirkiyê nabe.
Li ser malpera fermî ya wezaretê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Di nav sînorên Tirkiyê da li Şanliûrfayê sabotaj hat kirin. Ji ber vê jî neft ji Herêma Kurdistanê sewqî Lîmana Ceyhanê nabe."
Di daxuyaniyê da li ser şerê ku pêşmerge li hember DAEŞa rêxistina terorê dide û qeyrana aboriya herêma Kurdistanê hatiye sekinandin û wiha dewam dike: "Hedefa vê êrîşê rasterast rizqê gelê Herêma Kurdistanê ye. Hikûmet mehaneya pêşmergeyên ku li dijî DAEŞa rêxistina terorê şer dike, ji dahata vê neftê dide."
Di daxuyaniyê da ji Tirkiyê hat xwestin ku êrîşan bide sekinandin û ewlehiyê zêdetir bike û wiha hat gotin:
"Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Em ji hikûmeta Tirkiyê dixwazin ku tevdîrên ewlehiyê zêdetir bike. Lewra êrîşên bi vî rengî zirareke mezin dide gelê Herêma Kurdistanê. Ji ber ku bihayê neftê erzan bûye, hikûmeta me di dayîna mehaneya pêşmergeyan da pir dikeve tengasiyê. Lewra dahata neftê pir kêm bûye. Ev êrîş zirareke mezin dide têkoşîna ku Herêma Kurdistanê û pêşmergeyan."
- "Bila PKK tevlî karên navxweyî yê Kurdistanê nebe"
Ji aliyekî din va Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da medyaya herêmê û wiha got: "Bila PKK midaxaleyî karên navxweyî yê herêma Kurdistanê neke. Têkiliya sewqkirina vejen û xaza siruştî bi PKKê ra tuneye. Ev ji binî va bi karên navxweyî yê herêma Kurdistan û Iraqê ra eleqedar e. Em bi tu awayî van kirinên PKKê qebûl nakin."