Önder Beyter
24 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku ew hem amade ne ligel Îranê bêyî merc dest bi mizakereyê bikin û hem jî ew ê ji bo damezirandina hevpeymaneke kurewî ya dijî Îranê gav bavêjin.
Wezîr Pompeo berî ku ber bi Erebistana Siûdî bi rê bikeve, li Balafirgeha Joint Andrews daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û diyar kir ku madeya sereke ya rojeva wî dê Îran be.
Pompeo seredanên xwe yên roja duşemê yên ji bo Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî wekî pêngava ewil a damezirandina "hevpeymaneke kurewî ya dijî Îranê" tewsîf kir û wiha got, "Em ê bi wan ra biaxivin bê ka di warê stratejîyê da pozîsyona me çi ye û ne tenê li welatên Kendavê herwiha li Asya û Ewropayê jî ka çawa em dikarin hevpeymaneke kurewî (dijî Îranê) ava bikin."
- "Em amade ne bêyî merc dest bi mizakereyê bikin"
Pompeo di daxuyaniya xwe da wiha got, "Em amade ne bêyî merc dest bi mizakereyê bikin. Dizanin ku ew ê me li kuderê bibînin. Gava amade bûn ku bi me ra dest bi mizakereyê bikin, ez bawer im em ê wê demê dest bi mizakereyan bikin. Çawa ku serok Trump jî dibêje, em ji bo gelê Îranê siberojeke ronak dixwazin."
Pompeo piştî Erebistana Siûdî û MYEyê dê derbasî Hindistanê bibe û paşê jî dê biçe Japonya û Koreya Başûr jî.