24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
ANKARA
Ji 150 kesên ji ser medyaya civakî bi minasebeta Operasyona Çiqlê Zeytûnê propagandaya PYD/PKKya rêxistina terorê kirine, hatibûn binçavkirin jê 11 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li başûrê rojavayê Sûriyeyê bir ser herêma Efrînê hesabên ji ser medyaya civakî ku propagandaya rêxistina terorê dikirin bi hûrgilî hatin şopandin.
Di çarçoveya jêpirsînên Serdozgeriyên Komarê da li 31 bajaran ji ber parvekirinên ser medyaya civakî ya li dijî Operasyona Çiqlê Zeytûnê û propagandaya rêxistina terorê 150 kes hatin binçavkirin.
Ji kesên binçavkirî 11 kes hatin girtin û 3 jê bi şertê kontrola edlî 7 kes hatin berdan.
Miemeleya 132 kesên hatine binçavkirin jî li bajarên lê dimînin dewam dike.
Rayedarên ewlehiyê ragihandin ku hesabên ji ser medyaya civakî bênavber tên şopandin û der heqê hemû kesên propagandaya rêxistinên terorê bikin da jî wê miemele bê kirin.