Emre Gürkan Abay
28 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2024
Serokê Federasyona Vladimîr Putîn ji ber xistina balafira Azarbaijan Airlinesê (AZAL) bi peywendiyeke telefonê ji ber wê bûyera trajîk ku di sînorên asîmanî yên Rûsyayê da rû da, lêborîn ji Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev xwest.
Di daxuyaniya nivîskî ya Kremlînê da hat destnîşankirin ku Putîn û Eliyev peywendiyeke telefonê encam dane.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku herdu serekan li ser ketina balafira AZALê li Aktauyê axivîne û wiha hat gotin:
"Putîn ji ber wê bûyera trajîk ku di sînorên asîmanî yên Rûsyayê da rû da, lêborîn xwest û careke din ji bo qurbaniyan bi dilsozî hevxemiya xwe ragihand û hêviya şifayê ji birîndaran ra xwest.
Balafira ser bi şirketa Azerbaijan Airlinesê (AZAL) ya tîpa Embraer 190, 25ê Kanûna Pêşîn û ji Bakuyê diçû Grozniyê, nêzîkî Aktauya Qazaxistanê ketibû xwarê.
Di qezayê da 38 kesan canê xwe ji dest dabû û 29 kes bi saxî filitîbûn.