HESEKÊ
Rêxistina terorê PYD/PKK li bakurê Sûriyê li deverên ku kontrol dike, li dibistanên seretayî îdeolojiya rêxistinê û "milîtaniyê" fêrî zarokan dike. DYAya ku bi piştevaniya leşkerî va rêxistin mezin kir, bi helîkopteran va milyonek kitêbên ku li Iraqê hatin çapkirin, anî dibistanên rêxistina terorê.
PYDya baskê rêxistina terorê PKKyê yê Sûriyê, li parêzgeha Hesekê bi zora çekê hemû muxalif bêdeng kirin û zarokên di serdema dibistana seretayî da ji perwerdeyeke îdeolojîk derbas dike.
Li gorî agahiyên ku peyamnerê AAyê li Hesekê ji mamoste û rayedarên dibistanê yên ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin yên ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwestin navê wan bê eşkerekirin, rêxistinê heya niha piraniya mamosteyên dibistanan yên ku di serdema rejimê da dişixulîn, ji kar dûrxistin.
Rêxistinê nêzîkî 7 hezar sempatîzanên xwe demsala havînê ji bernameyeke perwerdeyê ya 3 mehan ya li gorî mufredat û kitêbên xwe yên dersê derbas kirin û li ciyê van kesên navborî bicih kirin.
- Bona Îslamê peyamên sar, bona Zerdeştiyê pesin
Li dibistanên seretayî yên ku di kontrola PYD/PKKyê da ne û heta pola 6emîn perwerde tê kirin, dersa dîn nayê dayîn.
Rêxistin perwerdeyeke ku aîdiyeta nijadî, milîtarîst û dijayetiya Îslamê di xwe da dihewîne dide zarokan.
Di pirtûka dersa Zanistên Civakî ya pola 4emîn da wiha tê îdiakirin, "Rewşa mewcûd a Îslamiyetê ji rê derketiye."
Di pirtûkê da der heqê Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemmed da wiha tê gotin:
"Di dema Mihemmed da Îslam di rêya rast da bû. Îslam dînekî yekxudayî ye û ji hêla wateya peyvê va tê maneya 'aşitî'yê. Lêbelê piştî Mihemmed, Îslamiyet xirab hat emilandin. Bi destê hin kesan va aşitî û wekheviya îslamê hat binpêkirin û bûye ferhenga şer û kuştinê."

Di pirtûkê da pênaseya zerduştiyê jî wiha tê kirin: "Der heqê hemû bûyeran da nirxandinê başî-xerabiyê kir. Başî teşwîq kir, ji xerabiyê xweparastin teşwîq kir. Ji ber vê yekê tesîra nêrîn û baweriya Zerdeşt pir xurt bû." û bi van gotinan va rêpêşan tê kirin.
Di beşeke din a pirtûkê da jî wiha tê gotin ku kurdan ji berbelavbûna îslamê zirar dît:
"Rêzanên ereb ên misilman û dagirker dema ku gîhiştîn Kurdistanê, wê serdemê kurd serbixwe bûn. Mîrektiyên kurdan yên serbixwe hebûn. Çanda millî ya kurdan û baweriya Zerduşt berbelav bû. ...Cara ewil di heyama Xelîfe Osman da artêşekê êrîşî Kurdistanê kir. Kurdan li ber xwe da, di şer da têk çûn û bûn misilman."
- Serkirdeyê rêxistinê kirin "sermamoste"
Mamosteyekî kurd ku ji tirsa gefên rêxistinê nxwast navê wî were eşkerekirin got ku serkirdeyê PKKê wek pêşeng fêrî zarokan dikin. Mamoste wiha got:
"Her sibe beriya ku ders dest pê bike duruşmeyên wek 'Bê azadiya serokê me Ocalan jiyan nabe', 'bijî têkoşîna PYDê' bi zarokên me didin berzkirin. Di hişê van zarokan da duruşmeya 'Sermamoste Ocalan' bi cih dikin; di her şahiyê da pankarta vê duruşmeyê didin destê zarokan."
Ji aliyekî din va di pirtûkên ku di dibistanan da mecbûrî didin xwendin da di hin beşên cuda cuda da cih dane gotinên serkirdeyê PKKê.
- Unîformaya rêxistinê li zarokan kirine
Di rûberga pirtûka Zanistên Civakî ya ku PYD/PKK dide xwendin da û di rûpela 27 û 38emîn a pirtûka Zimanê Kurdî ku di pola 6emîn da didin xwendin da, wêneya zarokên ku cil û bergên ku wek unîformayên PKKê tên zanîn, li wan in hene. Bi vî hawî milîtarîzmê hînî zarokên ku hê nû dest bi jiyanê kirine, dikin.
Pirtûk bi giştî rengê rêxistinê hatine xemilandin. Di pirtûkan da sirûdên wek "Xebat û têkoşîn" û "Ez şehît im" bi zarokan didin jiberkirin û îdeolojiya rêxistinê fêrî wan dikin.
Di pirtûkan da wêneyên terorîstên ku li Sûriyê di pevçûnan da mirine û helbestên ku ji bo wan hatine nivîsandin jî hene.
- Dibistanên kêmnetewan qedexe ne
Malbatên ku dixwazin zarokên xwe ji propagandaya rêxistinê dûr bixin dixwazin zarokên xwe bişînin dibistanên ermenî û xrîstyanan, lê rêxistin bi gefxwarinan va rê li ber wan digre.
Kesekî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin wiha got: "Dibistanên kêmnetewan naxwazin zarokên me qebûl bikin, lewra rêxistin wan jî, me jî tehdîd dike. Heta wisa ku şofêrê wesayîta zarokan re ceza birîn û gef li wî xwarin ku wê wî bişînin girtîgehê. Her kes mecbur dimîne ku zarokên xwe bişîne dibistanên rêxistinê."
Di 9ê cotmehê de PKK/PYDê li Qamişlo gef li Dibistana Taybet a Hêvî û Aştiyê xwaribû. Di 10ê cotmehê de avêtibû li ser Koleja Taybet a Firatê, di 24ê cotmehê de jî li bajaroka Deyrikê avêtibû li ser Dibistana Taybet a Ermeniyan û rêvebirên wan tehdîd kiribûn ku ew xwendekarên kurd hilnedin dibistanên xwe.
Herî dawîn rêxistinê duh li Qamişloyê Dibistana Navîn a Manahîl Elbirê girtibû û 2 hezar zarok bê dibistan hiştîbûn.
- Bi firokeyên Amerîkayê ve milyonek pirtûk hatin veguhastin
Li herêmê Amerîka alîkariya rêxistinê dike ku ew pirtûkên dibistanan peyda bike.
Li navçeya Rumeylanê sêşema borî bi firokeyên Amerîkayê ve milyonek pirtûkên dersan ên ku li Iraqê hatine çapkirin, hatin veguhastin.
Çavkaniyên herêmî gotin ku rêxistin li Hesekê hewl dide ku pergala dibistanên navîn û lîseyan biguherîne.