02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
HESEKE/ANKARA
Li Sûriyeyê PYD/PKKya rêxistina terorê ofêsa sekreteriyê ya Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ya li Qamişloyê girt.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên herêmî sitandin, kesên çekdar ên girêdayî PYDê îro destê sibê di ser ofêsa ENKSê ya li Semtê Rojava ya taxa Qamişloyê da girtin.
Endamên PYD/PKKê endamên meclisa ENKSê ji ofêsê derxistin û deriyê ofêsa sekreteriyê mor kirin.
Li ser vê endamên meclisa ENKSê li pêşiya ofêsê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Fuad Elîkoyê Nûnerê ENKSê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got rast e ofês hat girtin.
Elîko wiha axivî: "Hefteya borî me hewl da ku ofêseke girtî vekin, di nav 24 saetan da dîsa hat girtin. Ji me ra dibêjin ku ji bo rusqetê daxwaznameyê bidin lêbelê em jî qebûl nakin. Ji bo vekirina wan ofêsan çi lazim dike em ê bikin."
PYD/PKKya rêxistina terorê di nav meh û nîvekî da li bakurê Sûriyeyê 40 ofêsên ENKSê girtibû.