Önder Beyter
10 Îlon 2017•Rojanekirin: 11 Îlon 2017
ASTANA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li rûniştina Lutkeya Zanist û Teknolojiyê ya Civaka Hevkariya Îslamî de gotarek pêşkêş kir.
Serokomar Erdogan li Astanaya paytexta Kazakistanê beşdarî rûniştina vekirinê ya Yekemîn Lutkeya Zanist û Teknolojiyê ya Civaka Hevkariya Îslamî (CHÎ) ku li Salona Lijneya Giştî ya Qesra Serxwebûnê hat lidarxistin bû û axaftinek kir.

Erdogan diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e wekî ku ew beşdarî Yekemîn Lutkeya Zanist û Teknolojiyê ya Civaka Hevkariya Îslamî bû û wiha got, "Wekî serokê serdemê yê Civaka Hevkariya Îslamî ez spasiya birayê min brêz Nazarbayev dikim ku pêngaveke bi vî rengî ya dîrokî avêt."
- "Şaristaniya îslamî di eslê xwe da şaristaniya ilm û îrfanê ye"
Erdogan bal kişand ku li ser navê alema îslamê gaveke pir muhîm hatiye avêtin û wiha xeberda, "Em mensûbê dînekî wisa ne ku emrê wê yê yekemîn 'îqra', anku 'bixwîne' ye û pêşniyaza wê jî ji bûyînê heya mirinê 'bixwînin' e. Şaristaniya îslamî di eslê xwe da şaristaniya ilm û îrfanê ye. Çi çaxî misilmanan nexşerêya siyaseta dinyayê xêz kirine, wî çaxî navenda zanist, ilm û nûjeniyê bûne. Çi çaxî di jiyana misilmanan da xwendin, tehsîla ilmê, lêkolîn û lêpirsîn para maye, wî çaxî jî paşdamayîn û rûxînê dest pê kiriye."
Serokomar Erdogan bal kişand ku Tirkiye amade ye, di çarçoveya CHÎyê da di warên wekî parvekirina teknolojiyê, hevkariya perwerdeyê, bûrsên guhastina xwendekar û akademîsyenan û herwiha lidarxistina projeyên hevpar ên di navbera zanîngehan da hevkariyê bike. Erdogan herwisa da bibîrxistin ku Tirkiye vêga bûrsa xwendina bilind dide 9 hezar û 500 xwendekarên ji welatên endamên civakê.
- "Ji bo ku zilm dawî bibe divê em bi hev ra têbikoşin"
Serokomar Erdogan bal kişanda rewşa misilmanên dinyayê û wiha axivî: "Welatên îslamî şûna ku yekîtî, hevkarî û bihevrabûnê pêk bînin, hêza xwe bi van cure qeyranan va kêm dikin ku divê em wiha tevnegerîn. Emê tu carê destûrê nedin ku pîroziya qibleya me ya ewil a Qudsê û ya Harema Şerîf bê binpêkirin. Ji bo ku rê li ber bêrêzî, tahrîk û provokasyonên li hemberî Mescîda Eqsayê bên girtin, divê em zêdetir bibiryar tevbigerin."

Erdogan der barê qetlîamên dijî misilmanên Arakanî de jî wiha got: "Ji bo ku dawî li drama însanî ya li herêmê were em dixwazin bi hikûmeta Mynamarê û ya Bangladêşê bixebitin. Me ji meqamên Bangladêşê ra pêşniyaziya alîkariyê kir ku seba misilmanên ku ji ber zext û qetlîaman revîn û xwe spartin axa wan, asankariyê bikin. Wekî dem û dezgehên navneteweyî û nexasima jî wekî welatên îslamê em divê bi hemû derfetên xwe bi hevra têbikoşin da ku ev zilm bi dawî be."
Erdogan got divê di qada zanist û teknolojiyê de hevkarî bê xurtkirin û ji bilî vê divê ji bo van xebatan tevgereke siyasî jî bê nîşandan.
Serokomar Erdogan ji hemû kedkar û rayedarên ku ev civîn amade kirine re spasî kir û axaftina xwe wiha qedand: "Ez ji birayê xwe yê ezîz Serokê Dewleta Qazaxistanê Nazarbey re ji ber ku mazuwaniya wî ya dilsoz spas dikim. Ji Komîteya Daîmî ya Hevkariya Zanistî û Teknolojîk û Sekreteriya Giştî re jî spas dikim ku keda wan di lidarxistina vê civînê de heye."