TEHRAN
Pêşbaziya Qur'ana Pîroz a Navneteweyî ya 32yemîn ku li Tehranê hat çêkirin, qediya.
Serokê Meclisa Îranê Elî Larîcanî di merasima xelatdayînê da axivî û got heger misilman xwe bispêrin Qur'ana Pîroz wê bextewar bibin.
Di pêşbaziyê da di kategoriya hafiziyê da Mihemed Mehdî Recebiyê ji Îranê bû yekemîn, Hafiz Evdila er-Rifaiyê ji Libyayê bû duyemîn û Hafiz Osakamado Hesenê ji Nijeryayê jî bû sêyemîn.
Di kategoriya qiraetê da Hesen Danişê ji Îranê bû yekemîn, Mihemed Evdilbasît Mihemed Evdirehmanê ji Misrê bû duyemîn û Mihemed Îbrahîmê ji Pakistanê bû sêyemîn.
Ji 85 welatî 120 hafiz û karî di kategoriyên hafizî û qiraetê da ketin pêşbaziyê.