19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2015
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşnûmaya biryarê ya ku tê xwestin li Sûriyeyê pêvajoya siyasî ya diyalogê dest pê bike, li tevahiya welêt agirbest were îlankirin û biryarên civînên li Viyana û Pêşnûmaya Cenewreyê bên teyîtkirin, bi yekdengî hat qebûlkirin.
Endamên Konseyê di serokatiya Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry da piştî civîna Koma Alîkariyê ya Sûriyeyê ya Navneteweyî hatin bal hev û li ser pêşnûmaya biryarê xeberdan.
Di civînê da pêşnûma bi raya 15 endaman hat qebûlkirin.
Di biryarê da tê destnîşankirin ku pêvajoya siyasî ya ku di civînên Viyanayê û Pêşnûmaya Cenewreyê da hat qebûlkirin, dest pê bike û di pêşengiya sûriyeyiyan da bi rizaya hemû terefan hikûmeteke berwext were avakirin.
Di biryarê da tê diyarkirin ku mizakereyên siyasî û agirbest bi hev ra têkildar in û hewl didin ku di destpêka meha rêbendanê da di çavdêriya NEyê da mizakere dest pê bikin û li tevahiya welêt agirbest were îlankirin.
Konseyê ji Sekreteriya Giştî ya NYê xwest ku di nav mehekê da modelên pêkanîna agirbest, çavdêrî û raporan pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NYê bike.
Di biryarê da bang kirin ku alîkariya însanî here Sûriyeyê û ji bo gelê Sûriyeyê yên ku welêt terikandine vegerin ewlehî çêbe.
Di biryara Konseya Ewlehiyê ya NYê bal nekişandin ser pêşeroja Esed û rola wî ya di pêvajoya berwext da.
Ji bo destpêkirina mizakereyên siyasî û agirbestê divê di mijarên pêşeroja Esed û tesbitkirina nûnerên mixalifan da lihevkirin çêbe.