31 Gulan 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
MOSKOVA
Hat ragihandin ku Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê biryarnameya hin qedexeyên aboriyê yên li ser Tirkiye û welatiyên Tirkiyeyê radike, îmze kir.
Li gor daxuyaniya Kremlînê Putîn biryarnameya hin qedexeyên aboriyê yên li ser Tirkiyeyê betal dike îmze kir.
Li gor biryarnameyê astengiya li ber welatiyên tirk a ku nedihÎşt ew li Rûsyayê bên îstihdamkirin hat rakirin.
Ji bilî vê qedexeyek hebû nedihîşt şirketên tirkan di hin qadan de xebatan bikin ku ev jî hat betalkirin.
Di biryarnameyê de hat gotin ku mijara seyahata bê vîze ya welatiyên tirk a ji bo çûyîna Rûsyayê jî wek naverok hinek hatiye berfirehkirin. Dîsa astengiya seyahata bê vîze ya li ber xebatkarên rêhewayê ya Tirkiyeyê jî hat rakirin.