Sevim Hatun
15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 16 Hezîran 2017
DOHA
Hat ragihandin ku Qeterê ji bo sitandina balafirên şer ên F15an bi bihayê 12 milyar dolarî bi DYAyê re peyman çêkir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Qeterê ya di QNAya ajansa xeberan a fermî de hat weşandin Qeterê ji bo sitandina balafirên şer ên F15an ku bihayê wan 12 milyar dolar e bi DYAyê re peyman çêkir.
Hat diyarkirin ku Wezîrê Parastinê yê Qeterê Xalid bîn Mihemmed el-Atiye îro ji bo îmzekirina peymanê li Washingtonê bi Wezîrê Parastinê yê DYAyê Jim Mattis re hat bal hev.