Elif Orhan
13 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dubare kir ku referandûma ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) plan dike ku di 25ê îlonê de bike qanûnî nîne û diyar kir ku dê gavavêtina yekalî qebûl nekin.
SerokwezîrEbadî di dema ziyareta xwe ya li wilayeta Zî Qara li başûrê welêt daxuyanî da û got ku "Referandûma Rêveberiya Herêmî dijî destûra bingehîn e. Em li gel yekîtiya Iraqê ne û em dixwazin ku li vê welatê ku navê wê Iraq e hemû bi hev re bijîn."
Ebadî got "Em nikarin gavavêtina yekalî qebûl bikin û ev mimkûn jî nîne" û qal kir ku gihaştin merhaleya dawîn a rizgarkirina axên welêt û dijî tehdîda terorê dê hêzên ewlehiyê ji niha pê ve jî perwerde bikin.
- Hemleya ji peywir dûrxistina serokomarê kurd
Ji aliyê din ve li gor agaiyên ku ji hin aliyên siyasî yên li Bexdayê hatin bidestxistin parlementerên ji Hevpeymana Yekîtiya Hêzên Iraqê ya ku koma herî mezin a suniyan e û Hevpeymana Neteweyî ya Şiiyan a ku koma herî mezin a parlementoyê ye dijî planên referandûmê ji bo ku Fûad Mesûmê Serokomarê Iraqê yê ku kurd e ji peywir dûr bixin dest bi berhevkirina îmzeyan kirin.
Her wiha tê îdiakirin ku ezilkirina Necmeddîn Kerîmê Waliyê Kerkûkê jî di rojeva parlementoyê de ye.
- Parlementoyê referandûm red kir
Parlementoya Iraqê di dengdayîna duh de "referandûma serxwebûnê" ya ku Herêma Kurdistanê plan dike ku di 25ê îlonê de bike red kiribû.
Ji aliyê din ve meclisên wîlayetê yên li Diyala û Salahaddînê jî biryar dabûn red bikin ku referandûm li nav sînorên wan bê kirin.
Serokê HKIyê Mesûd Barzanî piştî civîna di 7ê hezîranê ya bi partiyên siyasî re eşkere kiribû ku dê di 25ê îlonê de referandûma serxwebûnê ya ku ev demek dirêj e ku tê nîqaşkirin bikin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî di daxuyaniya xwe ya piştî îlana referandûmê de gotibû ku "ev yek dijî destûra bingehîn e û dê encamê nas nekin."