İbrahim Atmaca
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed û komên biyanî yên ku Îrana piştgirê wê piştgiriyê didê, li bakurê bajarê Lazqiyeyê ji bo ku êrîşî Çiyayê Tirkmen ê ku di nav sînorên "herêma kêmkirina rageşiyê" da ye bike, danîna baregeha xwe didomîne.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên nêzî mixalifan hat hildan, rejima Esed û komên terorîst ên biyanî ku Îrana fermande dike, amadehiyê dikin ku Çiyayê Tirkmen û navçeya Cîsîr eş Şuxura dikeve başûrê rojavayê Îdlibê bi dest bixin.
Ji fermandarên "Odeya Operasyonên Çiyayê Tirkmen" Ebû Abid Ateyra daxuyanî da AAyê û diyar kir, rejima Esed ji bo ku êrîşî Çiyayê Tirkmen û Îdlibê bike, amadehiya eskerî dike.
Ateyra wiha got, "Rejima Esed ji bo ku li ser Çiyayê Kurmênc û Çiyayê Tirkmen operasyonê bike, amadehiya xwe didomîne. Hedefa rejimê ew e ku pêşiyê navçeya Cîsr eş Şuxûrê ya Îdlibê, paşê jî hemû herêmên ku di bin kontrola mixalifan da ye, bi dest bixe."
Ateyra diyar kir, Çiyayê Kurmênc û Çiyayê Tirkmen ji ber ku heta bajarê Îdlibê diçe, cihekî stratejîk e û heke rejim operasyoneke eskerî bike, ew amade ne ku bersivê bidin.
Rejima Esed di mehên dawîn ên 2015an da bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê ji sedî 85ê Çiyayê Tirkmen bi dest xistibû. Dora 20 hezar Tirkmen û Erebên ku li herêmê diman, mecbûr mabûn û koçî Tirkiyeyê kiribûn.
Li Çiyayê Tirkmen di destê mixalifan da gundên Çumeran, Kelez, Îsapinari, Sallur, Yamadi û Karamanli û çewlikên Zeytîncîk, Cîptoroz, Kalaba hene.
Di pêvajoya Astanayê da Tirkiye, Îran û Rûsyayê di Gulana 2017an da li Îdlib û bajarên cînar ku pevçûn lê zêde ne, kiribûn nav herêma kêmkirina rageşiyê û Çiyayê Tirkmen ê ku dikeve bakurê Lazqiyeyê jî di nav vê herêmê da ye.