Muhammet Kurşun
15 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
WASHINGTON
Wezareta Derveyî ya Emrîkayê ragihand ku rejima Beşşar Esed li Sûriyê li Hepisxaneya Saydnaya bi hezaran însan kuştine û cesedên wan di firinan de şewitandine.
Ji alîkarên Wezareta Dervayî ya Emrîkayê Stuart Jones civînek çapemeniyê li dar xist, di civînê de diyar kir ku li Saydnayayê mehkûm di firinên li qismekê hepisxaneyan hatibûn çêkirin de hatine şewitandin.
Jones got ew bawer in ku li hepisxaneya 45 deqîqe dûrî paytext Şamê ye rojê nêzî 50 girtî têne kuştin.
Stuart Jones wiha got, "Em bawer in ev firin bo şewitandina cesedên mehkûman hatine çêkirin, dixwazin delîlan ji holê winda bikin."
-Hevdîtinên Astanayê
Jones der barê hevdîtinên Astanayê ku li Astanaya paytextê Qazakistanê dewam dikin de wiha axivî:
"Em bi şuphe nêzî Esed dibin. Divê rejima Esed êrişên xwe yên li dijî sivîl û hêzên muxalifan rawestîne. Herwiha divê Rûsya jî hêza xwe ya ser rejimê bi kar bîne û bo daxwaz bi cî bên hewl bide."