İbrahim Atmaca
05 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ÎDLIB/ANKARA
Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed û DEAŞa rêxistina terorê bi êrîşên esmanî yên Rûsyayê va di nav 3 mehên dawîn da li başûr û başûrê rojhilata Îdlibê 3 hezar û 35 kîlomêtreqare ax bi dest xist.
Rejimê di cotmeha 2017an da li rojhilata Hamayê ji herêma Hunayfîsê ra ji terorîstên DEAŞî ra rê vekiribû û destûr dabû ku derbasî Îdlibê, deverên ku di kontrola mixalif û komên çekdar ên dijî rejimê ne, bibe.
DEAŞ û rejimê bi kordîne hereket kir û di nav 3 mehan da bi saya serê êrîşên esmanî yên ku Rûsyayê bir ser mixalif û komên eskerî yên dijî rejimê va qadeke berfireh bi dest xist.

Li gor pîvanên qada nexşeyê ya AAyê, hêzên rejimê û DEAŞê li başûr û başûrê rojhilata Îdlibê 3 hezar û 35 kîlomêtreqare ax bi dest xist.
Di nav vê axê da ji 100î zêdetir gund ketin binê hukumraniya rejim û DEAŞê.
Qada ku hêzên Esed bi dest xist, ji xeta çavdêriyê ya agirbestê derbas bû. Ev xet li Astanaya paytextê Kazakistanê di navbera rêvebiriyên Enqere, Moskova û Tehranê da hatibûn kifşkirin.
Rejim û DEAŞ li başûrê rojhilata Îdlibê hê pêş dikevin, Rûsya li giştiyê herêmê êrîşên esmanî dike.
Li herêma kêmkirina rageşiyê ya li Îdlibê tenê di meha rêbendanê da di êrîşên ûris û rejimê da 211 sivîl mirin.
Di êrîşên esmanî yên rojên dawîn da jî bi dehan sivîlan can da.