Haydar Şahin
08 Nîsan 2020•Rojanekirin: 09 Nîsan 2020
Piştî Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê li rojhilatê Feratê kir Rûsya hew dide ku hêza xwe ya eskerî ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê zêde bike.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, konvoya eskerî ya ji 50 wesayîtî pêk tê ya Rûsyayê ji Eyn Îsaya bajaroka Reqayê derket rê derbasî Til Temira bajaroka li başûrê herêma Kaniyê Aştiyê bû û berê xwe da Qamişloyê.
Konvoya ji wesayîtên bizirx û tankan pêk tê li baregeha eskerî ya Rûsyayê ya li Balafirgeha Qamişloyê hatin bîcîkirin.
Piştî Herekata Kaniya Aştiyê Rûsyayê ciyê kontrolê yê li balafirgehê bi konteyneran mezin kir, beriya teqwiyeya duh herî kêm 200 esker, bi dehan wesayîtên bizirx û tank, 6 firokeyên eskerî yên Rûsyayê li balafirgehê bûn. Serbazên payebilind ên Rûsyayê jî li vîlayên dest dane ser dimînin.
Li bendê ne ku Rûsyaya hêzên teqwiye şand Qamişloyê zora li ser qada petrolê ya Rumeylanê ya hêzên Amerîkayê lê ne zêde bike.