16 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
MOSKOVA
Hat ragihandin Wezareta Parastina Rûsyayê ji bo Palmîra (Tedmur) ji teqemenî û mayînan bê paqijkirin ekîbeke ji 150 leşkeran pêk tê şand Sûriyeyê.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Rûsyayê da hat destnîşankirin leşkerên çûne herêmê wê pêşiyê rêyên diçin nexweşxaneyan û saziyên binesaziyê ji teqemenî û mayînan paqij bikin.
Wek mayîn hat destnîşankirin 17 wesaîtên taybet şandine Palmîrayê.
Rûsyayê berê jî qederê 200 pisporên îmhekirina teqemenî û mayînan û gelek wesaît û hacetên teknîkî şandibû Palmîrayê.