İbrahim Atmaca
09 Sibat 2020•Rojanekirin: 10 Sibat 2020
Balafirên şer ên Rûsyayê êrîşên esmanî bir ser Kefer Nuran, Kefer Naha û Cemyiet Rehhala niştewarên Helebê ên dikevin nav sînorê Herêma Kêmkirina Rageşiyê û di êrîşan da 2 sivîl hatin kuştin, 10 sivîl birîndar bûn.
Li gor mala çavdêriya balafiran a mixalifan, balafirên şer ên Rûsyayê êrîşa esmanî bir ser Kefer Nuran, Kefer Naha û Cemyiet Rehhala ku dikevin rojava û başûrê Helebê.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumspî) hat hildan, di êrîşa ku Rûsyayê bir ser Kefer Nurana gundê Helebê da 2 sivîl hatin kuştin, 10 sivîl birîndar bûn.
Ekîbên parastina sivîlan li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakina enkazan didomînin.
Ji aliyê din va di navbera hêzên rejimê û mixalif, komên çekdar ên dijî rejimê da li eniya Heleba Nû û Zirbeya ku dikeve devera gundewar a başûrê Helebê pevçûn hene.
Di pevçûnan da mixalifan li Heleba Nû tankeke rejimê îmha kir.
- Guh nedan peymanên Astanayê û mitabaqata Soçiyê
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Bi koça navxweyî va nifûsa Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da bajarê Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li paytextê Şamê Xûteya Rojhilat û herêmên başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin.
Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomîne û di êrîşan da heta niha ji hezar û 800î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Sivîl ji cihên ku êrîş lê zêde ne koçî cihên aramtir, bi taybetî jî nêzî sînorê Tirkiyeyê dikin. Jimara kesên ku koçî van herêman kirin jî ji rêbendana 2019an vir va derket milyonek û 677 hezarî.