Nihat Kavşut
03 Adar 2018•Rojanekirin: 04 Adar 2018
BERLÎN
Hat ragihandin sala par li Almanyayê herî kêm 950 êrîşên dijî Îslamê hatine kirin.
Li gor bersiva ku Wezareta Karên Navxweyî da pirsgiştiyekê di êrîşên dijî Îslamê da bi gelemperî dijî mizgeft û navendên mizgeftan êrîş hatine kirin.
Hat ragihandin di êrîşan da 33 kes birîndar bûne û piraniya êrîşkaran kesên rastgirên radîkal in.
Li gor agahiyan bi gelemperî xwîna xinzîr avêtine mizgeftan, nameyên gefxwarinê şandine, êrîşî jinên sergirtî kirine û li ser mal û mizgeftan sembol û nivîsên Nazîzmê hatine nivîsandin û li ser înternetê peyamên nefretê hatine weşandin.
Aîman Mazyekê Serokê Konseya Navendî ya Misilmanan (ZMD) destnîşan kir rêje teqez nîne û got ku gelek êrîş nehatine qeydkirin.
Mazyek destnîşan kir Misilmanên li Almanyayê dema derdikevin derva ditirsin.
Ulla Jelpkeya Parlementera Partiya Çepgir diyar kir ku bi fikar in neyartiya dijî Îslamê li welêt mayînde be.