Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mun êrîşên li hember hêzên ewlehiyê şermezar kir û sersaxî da hikûmetê û gelê tirk.
Berdevktiya Sekreterê Giştî yê NYyê der barê êrîşên terorê yên li Tirkiyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşên li hember hêzên ewlehiyê şermezar kir.
Ban sersaxî da malbatên ku zarokên wan mirine, hikûmetê û gelê tirk û got ku ew ji ber bûyerên tundiyê bi fikar e.
Ban bang kir ku divê dev ji tundiyê bê berdan û got ku ew ê rewşa Tirkiyeyê ji nêz ve bişopînin.