20 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2015
Serokê Sererkaniyê yê DYAyê Joseph Dunford hat serdana Iraqê.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê Cebar Yawer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Dunford piştî nîvro hat Hewlêrê.
Yawer diyar kir ku Serokê Sererkaniyê yê DYAyê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û fermandarên pêşmergeyan ra hat bal hev û li ser têkoşîna li dijî DAEŞê axivîn.
Serokê Sererkaniyê yê DYAyê Joseph Dunford piştî ku hat ser kar serdana xwe ya ewil li Îsraîlê kir û roja yekşemê li Qudsa Rojavayê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ra hatibû bal hev.