Muhammet Kurşun
14 Nîsan 2017•Rojanekirin: 15 Nîsan 2017
ANKARA - MUHAMMET KURŞUN
Li Herêma Kurdistanê û gelek deverên dinyayê Qetlîama Enfalê ku di 8 merheleyan de 182 hezar kurd tê de hatin kuştin tê bibîranîn.
Merasimên Enfalê îro bi beşdariya berpirsên hikûmetê û rayedarên partiyên siyasî li Germiyanê dest pê kir. Tê çavnêrîkirin ku merasim 18an bidawî were.
Di serî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dê hemû rayedarên hikûmetê û yên siyasî li ser vê peyaman biweşînin.
- Xalek şkestina mirovahiyê: Qetlîama Enfalê
Di serdema rejima Beesê ya Seddam Huseyin de, piştî ku Şoreşa Îlonê têk çû û sala 1975an careke din Şoreşa Gulanê dest pê kir, pevçûn di navbera Pêşmerge û hêzên Bees de gur dibû.
Seddam, Qetlîama Enfalê wek 8 merhele plan kir û ev ji 1983an heta 1988an berdewam bû.
Seddam Tîrmeha 1983an ji Barzaniyan dest bi Qetlîama Enfalê kir. Tîrmeha 1983an Seddam ji Barzaniyan 8 hezar mêr girtin û ew bikomî şandin çolên di sînorê Siûdî û Urdinê de ne.
Li Çola Ererê ya ku di navbera sînorê Iraq û Siûdiyê de ye piştî rûxîna Seddam xebatên kolandinê hatin kirin û hestiyên 500 kesî hatin dîtin. Ev hestî bi balafiran anîn Hewlêrê û merasimeke ku Mesûd Barzanî jî tê de beşdar bû veşartin.
Karesata Barzaniyan di dîrokê de wek destpêka Karesata Enfalê nayê qebûlkirin. Ew parçeyek e ji Enfalê, lê belê ji ber ku sala 1988an Seddam qetlîamên xwe di 8 merheleyên sîstematîk de pêk anîn, destpêk jî ew sal hat destnîşakirin.
Qetlîama Enfalê 23ê Sibata 1988an dest pê kir 6ê Îlona heman salê bidawî hat. Navê Enfalê resmî ye û bi awayekî sîstematîk hatiye meşandin. Rêvebirên Beesê bi xwe ev nav lê kirine.
Zincîre komkujiyên ku 23ê Sibatê resmen hatin destpêkirin 6ê Îlona 1988an jî bidawîhatina wê ji aliyê Seddam ve hat îlankirin.
Plana Enfalê li bajar û qezayên Herêma Kurdistanê wiha hat meşandin:
1. Li sînorê wîlayeta Silêmaniyê, Newala Cefayetê, ji 23ê Sibatê heta 18ê Adara 1988an
2. Li sînorê wîlayeta Silêmaniyê, Herêma Qeredaxê, ji 22ê Adarê heta 1ê Nîsana 1988an
3. Li sînorê navbera Silêmanî û Diyalayê, Herêma Germiyanê, ji 7ê Nîsanê heta 20ê Nîsana 1998an
4. Li sînorê navbera Silêmanî û Hewlêrê, li Newala Zêya Biçûk û Qelasivkê, ji 3ê Gulanê heta 15ê Gulana 1988an
5-6-7. Li sînorê wîlayetê Hewlêr, li herêmên Şeqlawa û Rewandizê, ji 7ê Gulanê heta 26ê Tebaxa 1988an
8. Li sînorê Dihokê, herêmên Akrê, Amêdiyê, Şêxan û Zaxoyê, ji 26ê Tebaxê heta 6ê îlona 1988an
Di encama Enfala ku ji Germiyanê dest pê kir û li Badînanê bidawî hat, 5 hezar gund hatin xerakirin, 183 hezar însan hatin kuştin û windakirin. Piştî van 6ê Îlona 1988an, Seddam Huseyin ragihand ku Enfal bidawî hatiye.
Enfal, 14ê Nîsana 2008an li Meclisa Iraqê û Parlamentoya Herêma Kurdistanê wek "qirkirin/jenosîd" hat qebûlkirin. Loma jî ev tarîx wek salvegera karesatê hat diyarkirin.
Sedemê ku 14ê Nîsanê hat destnîşankirin jî ew bû ku; 14ê Nîsana 1998an li gundên Milesor û Kolecoyê ku ser bi Germiyanê ve ne 20 hezar însan di yek carê de hatin kuştin û windakirin. Ji ber wê yekê jî ev bûyer wek tarîxa qetlîaman û roja yadkirina karesatê hat destnîşankirin.
Herwiha sedema ku merasimên yadkirine li wir tên kirin jî ev yek e.